Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD Dibêje di Nava 10 Mehên Borî de 69 Girtîyên Nexweş Mirine


Ozturk Turkdogan raportê dixwîne
Ozturk Turkdogan raportê dixwîne

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) dibêje ku li Tirkîyê di nava 10 mehên dawî de herî kem 69 girtîyên nexweş jîyanên xwe ji dest dane.

ÎHD di “Raporta Pêşnîyarên Guhertina Qanûna Înfazê ya Ser Girtîyên Nexweş” de radigihîne girtîgehên ku li Tirkîyê hene tenê dikare 288 hezar û 348 kesî bihewîne, lê niha 38 hezar û 612 kes li gîrtîgehan hene.

Raport dide zanîn ku di 30 Hezîranê 2021’an 418 hezar û 852 kes di nav serbestîya venihêrtî de bû. Di wê demê heta vê demê 100 hezarî zêdetîr kes hatine berdan.

“Ev hemû berdan disa jî hejmarên girtîyan kêm nekir. Hejmara girtîyan bi lez û bezî zêde dibe. Ev yek jî alozîya rejîma înfazê pir baş dîyar dike. Li gor me rejîma îfnazê bêdadîye, cudakarîyê çêdike û dijî makezagonê ye. Ev yek jî mafên girtîyên nexweş binpê dike.”

Di qanûna înfazê de tê xwestin ku yên ku ceza girtine, ev qanûn yek car li ser wan ceza û ewlekarîyê dixwaze ku cîbicî bike. Lê ÎHD radigîhîne ku ev qanûn bêtirî cîbicîkirina hiqûqê herî zêde binpê dike.

Komela Mafên Mirovan di vê qanûna înfazê de pêşnîyara guhertinê dike û dibêje ku divê ew yek li got hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupaye pêk were.

Rewşa girtîyên nexweş li Tirkîyê êdî bûye pirsgirêkeke civakî û malbatên girtîyan ji dewletê dixwazin ku çareserî peyda bike.

Lê, ÎHD radigîhîne ku di vî warî de her çiqas gilî û daxwazên çareserîyê hebin jî dewlet hîn gaveke erênî navêje.

ED_07_11_2022_ÎHD_Raport
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00
XS
SM
MD
LG