Li Tirkiyê zêdeyî 130 partîyên sîyasî hene. Di nav wanan de 19 partî tenê dikarin bi serê xwe beşdarî hilbijartina sala 2023’yan bibin.
Li gorî daneyên Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind, di dawîya sala 2021’an de 21 partî hatine damezirandin û hejmara tevahîya partîyan jî derket 124’an.
Di nava sala 2022’yan de jî hin partîyên din hatin damezirandin. Li gorî hin pêzanînên resmî niha hejmara tevahîya partîyên sîyasî li zîdetirî 130 partiyan e.
Li Tirkîyê heta sala 1945’an sistema yek partîbûnê hebû, lê piştî vê salê sistema pirpartîbûnê were jî li ber derbên leşkerî û rewşên awarte Tirkîye bi awayekî yekpartîbûnê birêve diçû.
Li gorî pêzanînên Desteya Lijneya Bilind (YSK), di nav van partîyan de bes 19 partî tenê mafê beşdarbûna hilbijartinê girtine.
Pirsa sereke ewe ku, partîyên mayî wê di hilbijartina pêşîya me de çi bikin?
Piştî Sistema Hikûmetê ya Serokomarîyê ev partîyên ku mafên hilbijartinê qezenç nekirine, di vê sîstemê de her yek dikare li gorî xwe di nav îtifaqeke de cî bigre.
Li Meclîsa Neteweya Mezin ya Tirkîyê hejmara partîyên sîyasî yên ku têne temsîlkirin 14 ne.
Li Tirkiyê ji bo hilbijartina Serokomarîyê û Parlementoyê ji 10 mehî kêmtir dem ma. Di nav partîyên sîyasî de jî çekirina îtifaqan her ku diçe zelaltir dibe.
Niha sê îtifaqên sereke derdikevin pêş; Îtifaqa Komarî, Îtifaqa Milet û Îtifaqa Azadî û Kedê. Ji derveyî van Îtîfaqan hin îtifaqên biçûk jî hene.
Di nav Îtifaqa Komarî de AKP, MHP û Partîya Yektîya Mezin (BBP) heye. van partîyan eşkere kirine ku ewê di hilbijartina sala 2023’an de Recep Tayyîp Erdogan car din namzet nîşan bidin.
Di nav vê Îtifaqa Serokomarîyê de bi awayekî resmî hin partî cî negirin jî lê partîyên ku alîkarî didin vê îtifaqê; Partîya Welat (VP), Partîya Refah ya Di Nû De (YRP), Partîya Makewelat (ANAP), Partîya Sereke (ASP), Partîya Çep ya Demokratîk (DSP), Partîya Edalet û Ronakbîrîyê (GAAP). Xeyrî van partîyan jî gelek partîyên biçûk nêzîkî Îtifaqa Serokomarîyê ne.
Di nav Îtifaqa Milet de CHP, Partîya Baş û Partîya Saadetê heye. Ev partîyana di hilbijartina 2018’an de pêk ve ketin hilbijartinê. Lê piştî vê hilbijartinê ev îtifaq jî hate fireh kirin û wek bi navê Mêza Şeşmendî tête binavkirin.
Di nav vê Mêza Şeşmendî de CHP, Partîya Baş, Partîya Saadetê, Partîya DEVA, Partîya Demokrat (DP) û Partîya Dahatû cî digre.
Di bin serpereştîya HDP’ê de Îtifaqa Azadî û Kedê cara yekem bi navê Îtifaqa Demokrasîy hatibû îlankirin. Lê navê vê îtifaqê piştî civîna herî dawîk wek Îtifaqa Azadî û Kedê hate dîyarkirin.
Di nav vê derê de jî HDP, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partîya Karker ya Tirkiyê (TÎP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Azadîya Civakî (TÖB), Partîya Tevgera Kedkar (EHP).
Di vê meha Îlonê de wê bi navê “Îtifaqa Tirkiyê” îtifaqeke din were duristkirin. Di nav vê derê de jî Partîya Serkeftinê, Partîya Memleket û Partîya Rêya Neteweyî cî digre. Lê dibe ku hin partîyên din jî têkvin nav vê îtifaqê.