Îsal bi biryara hikûmeta Tirkîyê dersên Kurdî yên bijartî ji li xwendingehan were pêşkêş kirin. Lê, tê ragihandin ku alaqa Kurdan ji van dersên bijartî re pir hindik e.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, zimanzan û nivîskar Baran Rizgar li ser vê mijarê disekine û sedemên xemsarîya Kurdan şîrove dike.
Birêz Rizgar dibêje, wekî daxwaza netewî ya Kurdan, dersên bijartî zêde girîngî nîşan nadin, jiber ku Kurd dixwazin ku tevahîya perwerdeyê bi zimanê wan yê dayikê be.
Lê, Rizgar balê dikşînê ku dersên Kurdî yên bijartî, di heman demê de derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.
Zimanzanê Kurd dibêje “Pir baş dibe ku zarokên Kurd bi nivîsîna zimanê Kurdî hîn bibin û bizanin hevok, lêker bi Kurdî çawa tên saz kirin”.