Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan û bizavkarê mafê mirovan Mesud Hamîd konferansa Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) dinirxîne ku berî çend rojan li Parîsê hate kirin.
Birêz Hamîd dibêje, konferans pir serketî bû û Desteya Bind a Kurdî jî nav de, hemî rêxistinên Kurdistana Rojava tê de amade bûn.
Mesud Hamîd herwiha dibêje, tiştê girîng ev e ku biryarên ku di vê konferansê de hatine dayîn, li demên pêş de werine cîh anîn jiber ku Kurdên Rojava di rewşeke pir dijwar de ne.
Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.
Rojnamevan Hamîd Konferansa Kurdên Sûrî ya li Parîsê Dinirxîne
