Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartên Şaredarîyan li Tirkîyê Birêve Diçin


Piştgirên BDP'ê li Diyarbekirê.
Piştgirên BDP'ê li Diyarbekirê.
Îro jibo hilbijartinên herêmî 52 milyon û 695 hezar û 831 hilbijêr li Tirkiyê dê deng bidin. Bi giştî li 194 hezar û 310 sindoqan dê deng werin dayîn. Li girtîgehan jî hejmara sindoqên 403 ne.

Kesên ku li bajar û navçeyan dijîn, dê bajarvan, endamên meclisa bajêr, endamên meclisa şaredariyê û keyayan hilbijêrin. Şênîyên gundan jî dê endamên meclisa bajêr û keyayan hilbijêrin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di hilbijartinên herêmî yên 2009î de

Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) % 38;

Partîya Gel ya Komarî (CHP) % 23.1

Partîya Tevgera Netewperwer (MHP): % 16,1

Partîya Civaka Demokratîk DTP ( BDP) % 5,7 ji dengan standibûn.

Di hilbjartinên herêmî yên sala 2009'an de li Diyarbekirê DTP anku BDP ji %65,60; AKP: %31,30 ji dengan standibû.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG