Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûkên Zarokan li Pêşangeha Diyarbekirê Beşdar Dibin


Wêne ji rûpela pêşangehê ya Facebookê hatiye wergirtin.
Wêne ji rûpela pêşangehê ya Facebookê hatiye wergirtin.
4emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê ku di 20ê Gulanê de destpêir, bi eleqeyek mezin dewam dike.

Tevî 16 weşanxaneyên Kurd bi giştî 150 weşanxane û rêxistinên sivîl beşdarê fûarê bûn û 300 nivîskarên Kurd û Tirk pirtûkên xwe îmze dikin. Hem bernameyên gotûbêjan, hem yên îmzekirina kitêban, derfetê dide xwendevan û nivîskaran ku werin ba hev.

Weşanxana APEC'ê ya ku li Swêdê ye, 3 sal in beşdarê fuarê dibe. Ev weşanxane bi berhemên bi Kurdî yên ku jibo zarokan amade dikin, tê nasîn. Berpirsê weşanxanê Elî Çiftçî got "Cihê xemginiyê ye ku zarokên dibistana li Diyarbekirê bi Kurdî naaxivin".

Îsal jî bi sedan zarok hatin li fuarê geriyan û ji xwe re kitêb sendin. Lorîn û Fuat ji van zarokan in û xweşiya fuarêji gohdarên me re rave kirin.

Fuarê de gelek dibistanên taybet jî stand vedikin û li wir dibistanên xwe didin nasîn. Yek ji wan standan ya Koleja Dicle Firatê ye.

Ev yekemîn koleja li Diyarbekirê ku dest bi perwerdehiya bi Kurdî kiriye.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG