Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamosteyên Kurdî li Tirkiyê Kadro Dixwazin


500 mamosteyên Kurdî ji Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê mezûn bûn. Jibo gihandina mamosteyên Kurdî, sê sal berê, li Enstituya Zimanên Zindî, beşa Kurdî ya lîsansa bilind hate vekirin. Di nav sê salan de ji hezarî zêdetir mamoste mezun bûn.

Xwendekarên ku bawernameyên mamostetiyê heq kirin roja înê mezûn bûn. Bi dehan xwendekar, li ber zankoyê daxuyaniyek dan çapameniyê û ji hikûmetê xwestin ku kadroyên mamostetiya Kurdî vekin.

Çend xwendekaran jibo Dengê Amerîka gotin jibo mamosteyan hikûmet her salê ji 40 hezarî zêdetir kadro vedike . Digel ku dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan heye jî, heta nuha jibo Kurdî ti kadro nehatine dayîn.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG