Di 28ê meha 12 ya sala 2011ê de li ser sînorê Şirnexê, li gundê Roboskê 34 gundiyên Kurd ji aliye firokên şer yên Tirkiyê bi bombeyan hatin kuştin. Di nav sê salan de pêşketinek ku dilê malbatên qurbaniyan rehet bike pêk nehatiye.
Ji malbatan gelek kes nuha jibo doza xwe çalakvan in û beşdarê panel û çalakiyan dibin, hewil didin ku ev komkujî her di bîra raya giştî de zindî bimîne.
Birayên Narîn Ant Ozer Urek jî di nav 34 kaçaxçiyan de bûn. Ciwanên Roboskîyî jibo salvgera komkujiyê li Amedê beşdarî panelekê bûn û behsa birîna xwe ya sê salan kirin.
Narînê behsa Ademê birayê xwe kir û got ewê her dayîm jibo doza xwe têkoşînê bikin. Wê bang li Kurdan kir ku ticarî piştgiriya xwe ji gundiyên Roboskê qut nekin.
Birayê Salîh Urek, Ozer Urek jî got ji bilî qorîcîtîyê tu rêyek ji gundiyên ser sînor re nemaye jiber ku dewletê li her derê mayinan çandiye. Wî got, gundî mecbûr dimînin biçin qaçaxiyê.
Herdu ciwan herwiha dibêjin heta ku sûcdar neyên ceza kirin ew dest ji têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bernadin.