Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Êzîdî li Amedê Xwepêşandinekê Lidar Dixin


Xwepêşandina Êzîdiyan li Kampa Amedê.
Xwepêşandina Êzîdiyan li Kampa Amedê.

Penaberên kampa Êzîdiyan li Amedê jibo serxwebûna herêma Şengalê çalakiyek lidarxistin. Piraniya wan dixwazin herin welatên Ewropayê. Lê dibêjin ger Şengal serbixwe be û parastina wê ji aliyê Êzîdiyan be, wê demê dixwazin vegerin cî û warê xwe.

Penaberan jibo azadiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî 3500 îmze tomar kirin û dema di xwepêşandanê de alên PKK û posterên rêberê Ocalan jî di dest wan de hebûn.

Piştî daxuyaniyekê bi dehan cenderme tevî du panzêran hatin kampê û gotin ev calakî jiber durişm û alayan li dijî yasayên Tirkiyê ne û xwestin penaber vegerin çadirên xwe.

Berpirsê kampê Metîn Palandoken got, jiber ku qada kampê ji aliyê ewlehiyê ve di bin kontrola cenderme de ye û jibo xwepêşandanê destûr nehatiye girtin, cenderme hatin kampê. Wî got, leşkeran xwest ku careke din rê nedin xwepêşandanên li dijî yasayan.

Xwepêşandina Kampa Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00

XS
SM
MD
LG