Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Kurd li Tirkiyê Pîrozbahiyên Roja Xwe Dikin


Çalakiyên jinan li Diyarbekirê.
Çalakiyên jinan li Diyarbekirê.

Amed, Nisêbîn, Mêrdîn, Sirûc di pîrozbahiyên 8 Adarê Roja Jinên Kedkarên Cihanê de mazûvantiya Meşa Jinên Cihanê kirin.

Meşa Jina Cîhanê, pêkahteyek feminist ya navnetewî ye ku 10 salan berê li hember xizanî û tûndûtûjiya li ser jinê ava bû. Weke rêxistineke navnetewî Meşa Jinên Cîhanê di meha 10ê de li welatê Baskê civîna xwe ya Ewrûpayê pêk anî û biryar da ku bizavên xwe yên sala 2015 wê bexşê jinên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Jinên Amedê ji demjimêr 10an de li qada Şêx Seîd pêşwaziya jinên Meşa Cîhanê kirin û ji wir heta Qada stasyonê meşiyan.

Ji heyeta İmraliyê Ceylan Bagriyanik peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwend. Wê da zanîn ku Ocalan daye xuyakirin ku şoreşa wan şoreşa jinê ye û li Tirkiyê tundûtûjiya li ser jinê bi zimanekî tund rexne dike.

Bajarvana Amedê Gultan Kişanak jî axivî û got li Rojava şoreşa jinê pêk hat û Daîş bi têkoşîn û berxwedana jinê li Kobaniyê têk çû. Herwiha destnîşan kir ku divê şoreşa jinê li hemî cîhanê belav bibe û herkes jibo wê rola xwe bicî bîne.

Nûnera Meşa Jinên Cihanê Maria Teressa Martinelly jî daxuya kirin li ruwê cîhanê li ku derê pêdiviya jinan bi wan hebe ew diçin wir û îsal jî xwestin ku ligel jinên Kurd cî bigrin. "Di nav nirxê me de dadwerî, wekhevî, aştî û azadî heye û em dibînin Kurd xwediyê van nirxan in."

Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jî got, "Li Rojava xeta şoreşa jinê heye û ev sedsal wê bibe sedsala jinan. Çawa ku li Kobaniyê bi berxwedana jinan Daîş têk çû, ew hêzên ku dixwazin paşverûtî û tariyê li ser van xakan bikin serdest wê bi têkoşîn û berxwedana jinê têk herin."

Mitînga 8ê Adarê bi konsertan bidawî hat. Piştî mitîngê, li Navenda Çanda Cegerxwîn çendîn bernameyên hunerî jî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên Roja Jinê li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00

XS
SM
MD
LG