Cejna Paskalyayê ango Cejna Rabûna Îsayê Mesîh li Amedê li Dêra Surp Gragos ya Ermeniyan hat pîroz kirin.
Li Amedê dora 50 mirov ku kal û pîrên wan ermenî bûn lê li gorî baweriya Mislimantiyê mezin bûne, di van salên dawî de li dînê bav û kalên xwe vegeriyan. Piraniya kesên ku amadekariya Cejna Rabûnê dikirin ew bûn.
Beriya cejnê li dêrê jin û keçên Ermen hêkesor û nanê çorek amade kirin. Nûrcan yek ji wan e. Wê ji Dengê Amerîkayê re got, ew pir kêfxweş e li dêra ku şeş sal berê wek kavil bû îro dikarin cejna xwe pîroz bikin.
Parlamenterê Bursayê yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Aykan Erdemir jî di pîrozbahiyên Cejnê de amade bû. Wî got, xwestiye ku bi dostê xwe yê Ermen re cejna wam pîroz bike.
Wî da zanîn çend roj berê wî pêşnûmayek qanûnê pêşkêşî parlamenê kir da ku mirovên ku di sala 1915î de mecbûr mane ji Tirkiyê koç bûne nasname û hemwelatîbûna wan li wan vegerînin.