Îro sedsala komkujiya Ermeniyane. Di dema Şerê Cîhana Yekemîn de, Dewleta Osmanî, qanûna Tehcîrê derdixist. Bi sedhezaran Ermenî an di rêya sirgûniyê de mirin an jî hatin kuştin.
Di sala 1914î de hejmara dewleta osmanî 13 milyon û 390 hezar bû.
Li seranserê dewleta Osmanî hejmara Ermeniyan 1 milyon û 173 hezar û 422 bûn.
Di sala 1927’an de hejmara Ermeniyan li seranserê Tirkiyê daketibû 64 hezar û 745'an. Di nav 13 salan de 1 milyon 108 hezar Ermenî an sirgûn bûn an hatin kuştin.
Rayedarên dewleta Tirkiyê bi tûndî li dijî peyva jenosîdê derdikevin û dibên 'jenosîd/ qirkirin' çênebûye.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan roja Pêşemê derbarê komkujiya Ermeniyan de Stembolê got “îddiayên Ermeniyan bê bingehin. Yên ku dixwazin bila werin li arşîvên me binerin."
Ermenî jibo bîranînê li gelek bajarên Kurdan û li Tirkiyê bernameyan lidarxistin.
Di vê çarçovê de li Amedê jî çend bername hebûn. Yek jê jî serdana bîreka bê binî bû ku ev li navçeya Çingûşê ye. Tê gotin bi hezaran Ermenî avêtine vê bîra bê binî.
Dirêjahiya raportê de fayla dengê de ye.