Ji çar perçên Kurdistanê û Ewupayê 350 delege beşdarî konferansa jinûve avakirina Kobaniyê li bajarê Diyarbekirê bûn.
Çend beşdar derbarê girîngiya konferansê de hizrên xwe ji guhdarên Dengê Amerîka re parve kirin.
Ji şanda Kantona Kobaniyê, Wezîrê Parastinê Îsmet Şêx Hesen ji Dengê Amerîka re got, "Em ji gel û dostên xwe bawer in çawa ku di rizgarkirina Kobaniyê de cî girtin, ewê alîkariyê bidin avakirina Kobaniyê. Ev yek girêdana Kurdan zêdetir dike."
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk bal da ser qelsiya diplomasiya Kurdan û got, "Divê hemû gelê Kurd bi ruhekî netewî tevbigerin jibo avakirina Kobaniyê."
Nûnerê Parlamena Herêma Kurdistanê Elî Xalo got, "Kurdistan di qonaxeke gelekî girîng de derbas dibe. Divê ev konferasn bibe pêngavek jibo girêdana Kongreya Neteweyî."
Şikrullah Hemedemîn ji Başûrê Kurdistanê li ser navê KNKê hatiye. Wî got, Kobaniyê bûye sembole berxwedana gelê Kurd û weha dewam kir.
Konferans roja Yekşemê bi encamaneyekê bidawî bibe. Çaverê ye ku beşa duyê ya konferansê bi rengekî navnetewî di meha Hezîranê de li Ewrupay bê lidarxistin.