Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di beje Amerîka û Rûsya dikarin guhertineke girîng li Sûriyê bikin eger ew li gel hev kar bikin.
Axaftina Kerry tê di demekê de ku herdû welat dixwazin nankokiyên xwe li dor Sûriyê kêm bikin berî kombûna wan li gel welatên mezin yên din ku biryare roja înê li New York bête li darxistin.
Birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor rêzdar Kadar Pîrê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Ev welatên mezin li berjewendiyên xwe yên aborî digerin. Amerîka û welatên Ewrupa ku xwediyê biryarê ne, ew bi xwe çekan difroşin Sûrî. Li alîkî din Daiş bi erzanî nifta Îraq û Sûriyê difroşe. Li herdû aliyan jî ew sûdê werdigrin.“
Pîrê ku li Parîsê dimîne bal kişand ser kombûna pêşbîn ya NewYorkê û got ev hêzên mezin dê karibin bigihin biryarekê lê cîbecîkirina wê biryarê li ser erdê, ew dê cihê pirsê be.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke