Hin çavdêr û çavkaniyên ewlekariyê dibêjin pilana derxistina bi hezaran cîhadî ji paytexta Sûriyê Dîmeşq hate ragirtin, piştî kuştina serkirdeyê gurûpa artêşa Îslamê di êrîşeke esmanî de.
Biryarbû serkirdeyê gurûpê Zehran Elûş pilana ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike gerantî bike.
Berpirsê desteya serkirdayetiya Partiya Azadî Kurdistanî Dr. Edhem Başo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:
“Zehran Elûş û gurûpa wî Artêşa Îslamê ew nêzîkî Daiş in, nêzîkî Cebhet el-Nusra ne, û nêzîkî Ehrar el-Şam in li ser erdê, û her wiha ew li kongirê Riyadê wek gurûpeke nermerê hatin pejirandin; ji ber wilo ew dikarin alîkar bin di pilana derxistina cîhadiyan de ji Dîmeşq. “
Başo ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser axaftinên wezîrê derve yê Sûriyê li dor beşdarbûna rêjîmê li guftûgoyên Cinêvê de meha bê û got hemî alî dê beşdar bin eger Amerîka û Rûsya bixwazin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke