Çend roj man ku qedexa li Cizîrê du heyvan li dawî bihêle. Roj tuneye ku li Cizîrê mafê jiyan û mirovahiyê binpê nebe. Heta neha nêzî 100 kes di dema qedexê de hatin kuştin. Bi sedan kes birîndar bûn. Herwiha nêzî 400 kes hatin desteserkirin û ji 200î zêdetir kes hatin girtin.
Digel mafê jiyanê, mafê dermankirinê, mafê azadiyê, yê derketina derve, perwerdehiyê, bi her awayî maf du meh in li Cizîr û li navçeyên qedexe ji holê hatine rakirin.
Filiz Olmez, evuqatek ciwane û li Cizîrê dijî. Beriya qedexê li navçê di dora 50î de evûqt hebûne lê neha ev hejmar gelek ketiye. Evuqata ciwan dibêje neha ji pêncan zêdetir evuqat peyda nabin ku doza girtiyên dema qedexê bişopînin.
Xanima Filîz dide zanîn du meh in hiqûq bi temamî ketiye bin piyan de. Wekî her kesî jiyana wan jî di xeterê de ye.
Herwiha dide zanîn li ser şik û gumanê gelek kes hatin desteser kirin. Gelek caran bi kêfî, bê delil girtin çêdibin. An jî gelek kes bi hiceta ku wê sûc bikin hatine girtin. Dîsa gelek birîndar dema dibin nexweşxanê beriya bên dermankirin tên desteserkirin û bi tawana endamtiya terorê tên girtin.
Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng ji Filîz Olmez gohdar bikin.