Roja înê di 10ê şeve de bi daxuyanîyek îlan kirin ku artêşê dest daye ser rêvebirîya Tirkîyê. Grûpek ku xwe weke “Li welat Sulh li cihanê Sulh” binav dike, dest dide ser televîyona dewletê TRTê û li wir daxuyanîya xwe bi bêjer da xwendin.
“Bi awayek sistematik hem qanûna bigehîn hem jî yasa tên îhlal kirin. Ev yek gefek mezin e li ser esasen dewletê. Artêş jî din av de hemî sazî û dezgehên dewletê li ser îdeolojîyan tên dîzaynkirin û ev jî dike ku nikarin wezîfeyên xwe bicî bînin. Serokkomar û rayedarên hikumetê di nav xeflet û delalete de ne û ew dibin sedema binpêkirina mafên bingehîn . Sîstema hiqûq û layiq fîilî ji meydanê hatîye rakirin. Jibo tesîskirina dewletê û sererastkirina itibara dewleta me li cîhanê û jibo pêşxistina têkilîyên bi cîhanê re baştir bibe artêş dest dide ser rêvebirîya dewletê.”
Li gorî daxuyanîyê leşkerî, li seranserê Tirkîyê rewşa awarte û qedexeya giştî ya derketina kolanan îlan kir.
Hat ragihandin Serfermandarê Tirkîyê Hulusî Akar li avahîya Serfermandarîyê rehîn hat girtin.
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan got “”Ev hewildana derbeyê ye û ne li bi fermana serfermandarîyê ye. Lê yên k udi nav vê hewildanê de ne, dê berdelên giran bidin.”
Serokwezirê Tirkîyê Binalî Yildirim got “Ne derbe ye, hewildana derbê ye.”
Tanqên leşkeri li Enqerê û Stembolê rêya giritn. Leşkeran herdû piren Stembolê û balafirga Ataturkê ji çûn hatinê re girtin, nehîştin firoke rabin.
Serokkomar Erdogan li hember hewildana derbeyê bang li gel kir û got jibo xwedî li îrada xwe û demokrasîye derkevin dakevin meydanan.
Lig elek bajaran li ber avahîyên AKPê xwepêaşndan hat li darxistin. Li Stembolê leşkeran bi çekan sê welatîyan birîndar kirin.
Li Amedê û li gelek bajaran li mizgeftan di saet 01:00’i de azan hatin xwendin û li gel bang kirin kul i dijî derbeyê dakevin meydanan.
Herwiha hat gotin li ser Emnîyeta Enqerê, avahîya MİTê li Enqerê, navenda Hêzên taybet yên Polêsan li Golbaşîyê bi helikopteran êrîş hatîye kirin, Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Doganê (DHA) dibêje 17 polês hatine kuştin.
Li gorî ajansan li ser avahîya serfermandarîyê, Gerinendeya Emnîyetê, avahîya MİTê û li ser avahîya Serokkomarîyê demek dirêj helikopter firîyane. Lig elek navendan dengen teqînan bilind bû û AA got helikopterek Skorsky bi F-16an li Enqerê hatîye xistin.
Navenda Giştî ya Emnîyetê jî di twittera xwe de bang li gel kir da ku li hember derbê dakevin meydanan.
Di saet 02:33ê de Muşavîrê Ragihandinê yê MİTê Nuh Yilmaz di televîyona CCN Turkê de got “ hewildana derbeyê biserneket. Lê li hin cîyan pevçûn didomin.”
Li gorî AAyê leşkerên k udi nav hewildana derbeyêde ne ji helikopteran bi çekan êrîşê parlamentoyê kirine.
Serokên partîyên opozisyonê li dijî hewildana derbeyê daxuyanî dan.
Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag daxuyanîyek belav kirin.
“ Di van rojên teng de mebest çi dibe bila bibe, tu kes nikare xwe bike şûna îrada gel. HDP bi her awayî li dîjî her derbeyî ye. Pêdivîya Tikîyê bi azadî, aşitî, demokrasîya gerdûnî û lihevkirina peymanî heye. Ji bilî sîyaseta demokratik jî tu rê nîne.
Li Amedê jî piştî ku serokkomar banga daketina meydanan kir, grupek çûn ber avahîya AKPa Amedê. Herwiha li mizgeftan azana bê wext hat xwendin selat hat dayîn. Melleyan piştî azanê gotin" ne tenê dema nimêjê lê belê di dema ku islamîyet dikeve tengasîyê jî azan tê xwendin da ku muminan ji xewa xefletê rakin."
Ji ber tirsa derbê û qedexa derketina kolanan, li Amedê gel ber bi market û firinan ve herikîn û nan û xwaran sendin. Li bajêr li firinan nan nema.