Di dehê mehê de li Amedê bombeyek teqîya, 5 sivîl hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.
Sertaç Kayar, Hasan Akbaş, Serpil Berk û Firat Topal bi hiceta ku çima di dema teqînê de li wir bûne hatin desteserkirin û bi tawana ku ew gûmanbarên teqînê ne di dema destserkirinê de hatin derb kirin.
Yek ji wan rojnamevanan Hasan Akbaş dibêje bêsihudiyek bû ku di dema teqînê de nêzî bûyerê bûne. Lê weke rojnamevan peywira xwe bi cî anîne, di heman demê de çûne cihê teqînê nûçe û raportan li ser teqînê çêkirine.
Li kontrola polîsan ew hatine rawestandin û polîsan dest daye ser telefon û kamerayan. Jiber ku fotografên piştî teqînê di kamerayan de hebûne, polêsan wan weke bersûc binav kirine û gotine ' we bombeye teqandiye.'
Akbaş got "Polîs li me da, gefa xwarin, û gotin ku ewê me bikujin."
Hun dikarin dirêjahiya raportê di fayla deng de guhdar bikin.