Tevî ku ji salek kêmtir e ku Serok Barack Obama destbi serokatîyê kirîye, ew dibêje, Xelata Nobelê wekî banga xebat û kiryarê qebûl dike. Serok di civîna çapemenîyê de, îro Înîyê gotêrojnamevanan ku, wî xelateka ûsa hêvî nedikir.
Serok Obama got, ew, wê xelatê wekî pênasîna serkeftinên xwe nabîne, lê wekî pênasînê bo armancên ku, wî bo Welatên Yekgirtî û cîhanê danaye dibîne.
Obama got, ew hest nake ku, bi qasî kesên berî wî yên bi Nobelê hatine xelat kirin, bi têra wê xelatê kar û bar kirîye.
Bijartina Serok Barack Obama bo xelata Aşitî ya Nobelê hem tê pesandin û hem jî tê rêxne kirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bi dilxweşî peşwazîya vê biryarê kir û got, birêz Obama berpirsîya rêbaza nû ya danûstandinê dike jibo çareser kirina mezintirîn kêşeyên cîhanê, wekî guherîna seqayê û bê çêk kirina navokî.
Serokê Berê yê Efrîqaya Başûr û xelatgirê Nobelê Nelson Mandela jî şabûna xwe dîyar kir û got- bi vê xelatê, hêvîya wî ev e ku birêz Obama, pirtir girîngî bide peşve birina aşitîyê û tune kirina xizanîyê li cîhanê.
Serokwezîrê Japan Yukio Hatoyama, serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Fransa Nicolas Sarkozy jî pîrozbahî li serok Obama kirin.
Li alîyê din, serokê berê ye Poland Lech Walesa ku bi xwe kî xelatgirê Nobelê ye, got hîn pir zû ye ku Serok Obama bi xelata nobelê bête rûmet kirin, jiber ku, wî heta niha ti xîzmeta berbiçav nekirîye bo aşitîya cîhanê.
Li hindûrê Amerîka jî, derbarê xelat girtina Serok Obama bîr û boçûnên cûda derketin. Her 2 xelatgirên berê yê Xelata Nobelê, serokê Berê yê Amerîka Jimmy Carter û cîgirê serok Al Gore jî dilxweşîyên anîn ziman û dan zanîn ku Obama hêjayê vê xelatê ye.
Serokê Partîya Komarî ya Amerîka Michael Steel da zanîn serok Obama ne hêjayê xelateka ûsa ye. Di daxûyanîya roja Înîyê de, birêz Steele got, gelê Amerîka dixwaze bizane serok birastî çi serkeftin pêk anîye.
Wergirtina xelata Aşitî ya Nobelê ya 2009’an di jîyana birêz Obama de bûyereke dîrokî ye. Ew xelat, têne 11 meh paş hilbijartina wî tê, wekî yekemîn serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkî yê Efrîqî-nîjad.
Wî, bi gotin û dirûşmên xwe yên “hêvî û guherîna Washingtonê” dilê bi mîlyonan kesan xweş kir û serkftina hilbijartinê bidest xist.
Birêz Obama li sala 1961’an li Hawaî dayik bû. Ew, kûrê zilamekî reş yê Efrîqî û jineke sipî ya Amerîkî ye, ji eyaleta Kansas. Wî, hinek demên xortanîya xwe li Endonezya borand û piştî qedandina zanîngehê, li Chicago destbi karê xwe kir wekî bizavkarekê civakî. Dû re, çûye Xendîngeha Harward ya Hiqûqê û paşê jî bûye senatorê Amerîkî ji eyaleta Illinois. Wî, her wiha nav û bang da, wekî yekemîn serokê Efrîqî-nîjad ya Govara Hiqûqa Harwardê.
Heta niha 2 serokên Amerîkî- Theodore Roosevelt û Woodrow Wilson- dema serokat’ya xwe, wê xelata aşitîyê qezenc kirîbûn. Serokê Berê ye Amerîka, Jimmy carter jî, li 2002’an, 20 sal paş karkenar bûna xwe, wê xelatê wergirtîbû.