Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bizavkar û sîyasetvanê Kurd Vîldan Tanrikulu li ser qewimandinên 2009’ê li Tirkîye diaxife.
Rêzdar Tanrikulu dibêje, pir balkêş e ku DTP û PKK, li şûna ku piştgirî bidine hewildanên AKP ya rê vekirina mefên kurdan, ligel partîyên hevrik êrîşa hikûmetê dikin. Cara yekê ye serokzwezîrekî Tirkîye, bûyerên Dersîme, wekî qatlîam û rûreşî binav dike û dîsa, cara pêşîn e li parlemana Tirkîye pirsa Kurdî eşkereyî hate gotûbêj kirin.
Vîldan Tanrikulu her wiha daxwaz ji Partîya Demokrasî û Aşitî (BDP) daxwaz dike ku şaşîtîyên DTP dubare neke û qada parlemanê, bi karîgerî bikar bîne.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.