Nûnerê taybet yê civaka navnetewî jibo aştîyê Kofî Annan dibêje, rejîma Sûrî plana wî ya dawîanîna tundîyê li Sûrîyê qebul kir.
Berdevkê birêz Annan roja Sêşemê got ku Şamê nameyek bo Sekretêrê berê yê Neteweyên Yekbûyî şand û razîbûna xwe bi plana wî ragihand.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de sîyasetvan Akîf Hasan ser biryara hikûmeta Sûrî diaxife.
Birêz Hasan dibêje, dibe ku hêzên li pişt xwedîyê nîyetên qenc bin, lê ez bawer nakim ku hewilên wiha yên Kofi Annan bigejine ti encaman.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.