Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jibo avakirina hikûmeta hevalbendî dest bi danûstandinên gera yeke kir û di vê çarçovê de roja Çarşemê çû serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP).
Davutoglu piştî hevditinê daxuyanîyek da û got ew nikarin partîyek ku ji sedî 13 deng girtîye tune bihesibînin.
"Jibo parastina demokrasîye ewlehîya raya giştî girîng e. Lazim e hemî parti jibo vê yeke heman girîngî nîşan bidin. Em li ser van meseleyan bi HDPê re axivîn. Ger ya esasî aştî be, divê hêzên çekdar ji sînorê Tirkîyê derkevin. Divê ew xeta nav demokrasi û terorê baş nas bikin. "
HDP jî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di hevdîtinê de partîya wan li ser sê rêgezên esasî sekinîne: adalet, aşitî û demokrasî.
Di nav van her sê xalan de şerta dewamîya pêvajoya çareserîyê heye. HDP ji destpêke heta îro li ser şerta pêvajoya çareserîyê tevdigre.
HDP dibêje hikûmet ji kîjan partîyan ava bibe jî divê çavê xwe li pêvajoyê negrin. Lewma dilê HDPê zêdetir jibo hikumeta AKP û CHPê dixwaze.
Vahap Coşkun û Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar hewildanên avakirina hikumetê jibo Dengê Amerîka dinirxînin.