Tirkîye piştî kêşeya sondwarinê li parlemanê, vê carê jî bi lêpirsîna şîke anku kirîn û ayarkirina maçên futbolê dihêje. Heta niha nêzîkî 20 kes li ser daxwaza Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê hatine girtin ku li nav kesan rêvebirên Fenerhahçeyê jî hene.
Alîgirên tîma bajarê Entabê, Gazîantepspor li bajarê Kayserîyê serkeftina tîma xwe pîroz dikin.
Serokê kluba Fenerbahçeyê Azîz Yildirim jî wekî bergumanê serokê rêxistina çekdarî di bin çavdêrîya hêzên ewlekarîyê ye.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî de, nivîskarê rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik operasyona şîkeyê dinirxîne.
Birêz Işik dibêje, futbola Tirkîyê pir gemar bibû û operasyoneke wanî pir pêdivî bû. Hêvîya min ev e ku operasyona heta dawî bi wêrekî bidome û kesên bi têkîlîyên qirêj cezayên xwe bikşînin.
Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.