Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li parlamentoyê di Civîna Grubê de li ser babetên girîng peyîvî.
Buldan, li ser malwêranîya madenê ya bajarokê Amasra ya Bartinê got ku ev bûyer ne qeza ye, lê kuştina bi mebest e.
Di felaketa Amasra de 41 karkerên madenê jîyanên xwe ji dest dabûn û nêzî 58 kes jî bi birîndarî hatibûn filitandin.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ev mirin wek qeder bi nav kiribû û gotibû ku ew bi qederê bawer dikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê li ser vê reşbûyera karkerên madenê polîtîkaya desthilata sîyasî bi tundî rexne kir.
“Sedama hindakirina jîyana karkerên madenê bê cezakirin e, dizîya qezencê ye. Em pir baş dizanin ku desthilata AKP û MHP’ê ev welat kiriye goristana karkeran. Di nav salekê de 1359 karker jîyana xwe hinda kirine. Lê, Serokê Giştî yê AKP’ê vê yekê wek ‘plana qederê’ dîyar dike. Ew dixwazin bi vê yekê ser sûcên xwe bigirin.”
Sazîyên endezyar û pisporên madenê îdia dikin ku dewlet têra xwe jibo parastina canê karkeran budce venaqetîne.
Buldan jî li ser wê mijarê got ku li qesira seroktîyê her derfet tê xebitandin, lê jibo karkeran ev nayê veqetandin.
“Bona ewlekarîya karkerên li Bartinê derfet tuneye, lê jibo burokratên Banka Navendî dikarin 45 mîlyon lîra tenê seba sîgorteya saxlemîya taybet dikarin veqetînin. Piştî vê malwêranîyê jî careke din dîyar bû ku ne li Bartinê û ne jî li cîyên din têra xwe alav û amûrên seba ewlekarîya canê karkeran nehatine kirîn. Lê, jibo qesira Erdogan çavkanîyên bê sînor tên veqetandin.”
Li Tirkîyê berî vê bûyerê, di 13 Gulanê 2014’an de li bajarokê Soma ya Manîsa di felakteke madenê de 301 kes hatibûn kuştin.
Buldan ev bûyera berê jî bi bîr xist û got ku desthilatî ji wan bûyeran qet dersan nagire.
“Canên ku diçin ne di xema wan de ne. Jibo wan heye tune îtîbara desthilata wan e. Emê, wek HDP, heta dawîyê vê bûyerê bişopînin. Ew ser vê bûyerê bigrin jî emê dîsa jî bişopînin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev bûyer wê di rojeva parlamana Tirkîyê were gotûbêj kirin. Wezîrê Enerjî û Çakanîyên Xwezayî Fatîh Donmez wê di Civata Giştî ya meclîsê de li ser vê felaketê parlamanteran agahdar bike.