Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxwaza Guherîne ji Hikûmetên Ereb Dike


Amerîka Daxwaza Guherîne ji Hikûmetên Ereb Dike
Amerîka Daxwaza Guherîne ji Hikûmetên Ereb Dike

Bi zêde bûna hejmarên kuştîyên li Lîbyayê û berdewam kirina xwepêşandanên li Behreyn, Yemen û welatên din, Welatên Yekgirtî yên Amerîka bang li hikûmetên Ereb dike ku guh bidin daxwazên guherînê.

Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî Susan Rice, di bernameya NBC ya "Meet the Press" de axîfî û wiha got:

Em ji hikûmeta Bahreynê û ji yên dixwazin ku pênasînê bi wê yekê bikin, daxwazên guherîn û reformê hinda nabin. Divê ew rêzê ji wan daxwazana bigirin û reforman pêk bînin.

Balyoz Rice red kir ku pêşbînî li ser encama tevgerên reformê li Rojhilata Navîn bike, lê ew dibêje, îhtîmal e rejimên gelek dewletên herêmê bi wî rengî nemînin.

Divê prosesa reformê hebe. Rewşeke bê îstîqrar û ne aram heye, bêkarî belav e û di sîyasetê de zelalî tune ye. Em jî bi eşkereyî banga guherînên pêdivî dikin.

Dîplomata Amerîkî red ki ku di helwesta Amerîkî ya derbarê xwepêşandanên li Misirê, Behreynê û li welatên din jeknegirtin heye:

Peyama Amerîkayê her wekî hev e: ji tund û tûjî re “na”. Jibo mafên mirovan yên gerdûnî, mafê rêk kirin û xwepêşandanê, axaftin û ava kirina rêxistinên sîyasî re “erê”.

Wezîra Derve Hillary Clinton jî di programa "This Week" ya kanala ABC de got, Amerîka wê berdewam piştgirîya azadî û demokrasîyê bike, li seranser cîhanê.

Amerîkî piştvanên mafê mirovan, azadî û demokrasîyê ne. Em zanin ku gava hikûmet girîngî bidine daxwazên hemwelatîyên xwe bi pêş dikêvin. Tiştê ku em dixwazin bibînin ev e. Di heman demê de em zanin ku ev proses dikane ji alîyê faktorên navxweyî û dervayî bête têk birin.

Wezîra Derve Hillary Clinton, wekî nimûne behsa şoreşa Îranê ya 1970’an kir û got, gelê Îranê rejîma Şah ya zordar hilweşand lê rejîmeke din ya zordartir hate şûna wê.

Xanim Clinton got, armanca wan ne ev e ku tenê hilbijartin pêk werin û li şûna desthiladarên zordar, dîktatorên nû werin. Tiştê ku ew dixwazin proseseke demokratîk û damezrandina hikûmetên nû ye ku bi rastî nûnertîya gel dikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG