Şandeya sîyasetvanên Kurd ku ji hevserokên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamanterê bajarê Wanê Nazmî Gur pêk tê, serdana xwe ya Washingtonê didomînin.
Sîyasetvanên Kurd do Sêşemê li Enstîtuya Brookings (Brookings Institute) ya bi nav û deng beştarî li panelekê bi navê “Sohbetek bi Rêbertîya Kurdên Tirkîyê”kir ku ji alîyê Dr. Omer Taşpinar ve hatibû rêve birin.
Di panelê de, pêşî Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê Selahattîn Demîrtaş peyîvî û li ser rewşa Kurdî li Tirkîyê agahîyên berfireh dan.
Birêz Demîrtaş di axaftina xwe de got, “li Tirkîyê problemek navbera Tirk û Kurdan tuneye, lê problema Kurdan bi dewletê û bi sîyaseta wê ya înkarê heye ku deh salan e habûna gelê Kurd red dike û wan asîmîle dike.”
Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê Selahattîn Demîrtaş got, “em modela otomîya herêmî ji Tirkîyê re dixwazin çimkî kêşeyên wê êdî li Enqereyê çareser nabin. Divê, her herêma otonom ji 4-5 bajaran pêk were û rêvebirîyên xwecîhî, wekî yên li Amerîka û li welatên din, werine xurt kirin.
Hevserokê BDP’ê bal kişand ku pirsa Kurdî dikane bi rêyên demokratîk û aşîtxwaz, bê tundî û reqî, li nav sînorên dewletên heyî were çareser kirin.
Selahattîn Demîrtaş her wiha got, “arîşeya Kurdan bi ti gelan tuneye. Divê, dewletên ku Kurdan xistine bin desthilata xwe dest ji wan sîyasetên xwe yên dijminahî yên dijî gelê Kurd berdin. Tirkîye jî, eger dixwaze pirsa Kurdî çareser bike, divê bi nûnerên Kurdan re rûne û çareserîyeke aştîyane derxîne pêş û Kurdên li Îraq û li Sûrîyê wekî gefan nebîne.”
Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê Selahattîn Demîrtaş li ser pirseke temaşevaneke got, “em Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî terorîst nabînin. Em PKK'ê wekî tevgera çekdar ya gel dibînin ku rêbazên tundî û tûjîtê bijartîye. Tevî ku piranîya kesên ku deng didine me, sempatî ji PKKê re hebe jî, girêdaneke organîk li navbera me û PKK’ê tuneye.” Hevserokê BDP’ê pê ve çû û got, “PKK di sîyaseta Tirkîye û Rojhilata Navîn de û her wiha di çareserkirina pirsa Kurdî de aktorekî serekî ye”.
Piştî axaftina Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk peyîvî û bersîva pirsên mevanan da. Xanim Kişanak wekî bersîva pirsa xwendekareke Tirk, bi awayekî mîzahî got, nêzîkbûna navbera Enqere û Çîyayê Qandîlê çi qas e, nêzîkbûna me ya PKK’ê jî ew qas e.
Gultan Kişanak her wiha anî bîra temaşevanan ku li nav 20 salên borî 7 partîyên Kurdan ji alîyê dewleta Tirk ve hate girtin û partîya wan partîya 8’an ya Kurdan e.
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî wekî bersîva pirseke ser PKK’ê got, "Li dinê carna hinêk rêxistin wekî terorîst tên binav kirin. Wekî mînak, Rêxistina Rizgarîya Fîlîstînî (PLO) û HAMAS hinêk ji wan in. Lê, ew kesên ku do ji wan her du rêxistinan re digotin terorîst, îro bi wan re rûdinin û dikevin nav dîyalogê. Em Kurd hazir in ku bi paşeroja xwe, bi dîroka xwe rû bi rû bin. Lê, divê dewlet jî li paş xwe binêre û heman tiştî bike”.
Piştî panela li li Enstîtuya Brookings, şandeya Kurd beştarî li resepsîyonek kir ku ji alîyê civata Kurdî ya li Washingtonê hatibû rêk xistin. Di resepsîyonê de gelek Kurdên ji perçeyên din amade bûn û pirsên xwe raberî sîyasetvanên Kurd kirin û derfet dîtin ku pêşketinên nû yên li welêt ji devê parlamenterên Kurd bibîhîsin.
Sîyasetvanê derîn Ahmet Turk di axaftina xwe ya xêrhatinê de got, hêza here mezin ya Kurdan yekbûna wan e û divê Kurd li her derî yekîtîya xwe hêztir bikin. Turk bal kişand ku qadera Kurdan girêdayî hev e û eger perçeyek ser keve, hîngê rewşa Kurdên li perçeyên din jî baştir dibe.
Di resepsîyonê de xencî Dengê Amerîka, nûnerên TRT, Zaman, Hurriyet, Vatan, Ajansa Anadolu ji nav de jimareke rojnamevanên Tirk ji amade bûn.