Piştî erdhejên Tirkîyê mexdûrên erdhejê li ber rûxandina avahîyan û xofa erdhejên nû ji bajarên xwe derketin û belavî bajarên din yên Tirkîyê bûn û ji van girseyeke mezin jî hate Enqerê.
Li Enqerê gelek xaniyên vala ana tije bûne û ji ber vê daxwazê jî xwedîyê xanîyan kirê gelek zêdekirine.
Kesên ku piştî erdhejê hatine Enqerê ser vê zêdebûna kirêyan gazîncên xwe ji Dengê Amerîkayê re vegotin.
Esen Gul Sezer bi xwe ji erdhejâ Mereşê navça Elbîstanê di nav çirkeyan de rizgarbûye û xaniyê wan ji erdhejê rûxîyaye û li gel malbata xwe koçî Enqerê kiriye.
Sezer, radigîhîne piştî ku xanî û bajarê wan hate rûxandin ew hatin Enqerê, lê li ber giranbûna kirêyan ana ew ji alozîyeke derbasî alozîyeke din bûne:
“Me di erdhejê de hemû mal û milkên xwe winda kir. Bi mîlyonan mirov di bin kavilan de man. Di nav xizmê me de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û em jî bi tesadufî dijin. Em dixwazin ku li Enqerê jiyana xwe di nû de ava bikin, lê mixabîn li ber bê derfetîyan em ana nizanin ku çi bikin.”
Gazîncên herî zêde li ser giranbûna îcarên xanîyan in. Sezer di vî warî de jî bertekên xwe wiha dîyar dike:
“Me digo qey dê alîkarîya mexdûrên erdhejê were kirin. Lê mixabîn xwedîyên xanîyan ev yek firsend dîtin û kirêya xanîyan bilind kirin. Ana em diçin ba kîjan xwedîyê xanîyan ji me 7 hezar, 8 hezar pere dixwazin. Ev yek jî me xiste tengasîyeke mizin.”
Esen Gul Sezer berî erdhejê li Mereşê wek karmendeke dadgehê dixebîtî, lê ana bêkar maye. Ew amaje dike ku li ber erdhejê derûnîya wan jî pir xirabe e.
Dayîka wê Hatîce Sezer jî gava hestê xwe ji Dengê Amerîkayê re vedibêje bi hîseke girîne dilê xwe wiha dîyar dike:
“Em di destîyê serê sibê de wek bi denge qîyametê hişyar bûn û me yekser xwe avête derî avahîyê. A rastî min cara yekem tiştekî wiha dît, em di nav avahîyê de li dîwaran diketin. Bi tirs û xof em derketin der û piştî vî jî her tişt bi erdê ve bû yek.”
Malbata Sezer, li ber vî sedemî koçî Enqerê kirine, lê ew ana him li benda alîkarîyê ne û him jî êdî naxwazin ku vegerin ew cîyê wîrane.
Li gorî daneyên resmî li tevahîya deverên erdhejê de li ser 830 hezar û 783 xanîyan lêkolîn hatîye kirin û di nav van de jî 105 hezar 794 xisar dîtine. Ji van avahîyên xisardîtîde yek jî avahîya malbata Sezer e.