Karbidestên Rûsî dibêjin, di pevçûna navbêra zerevanên rêberê Çeçenî Ramazan Kadîrov û xirabkarên gumanbar de, 19 kes hatine kuştin.
Tê ragihandin, bilî 2 zerevan û 12 xirabkaran, bi kêmî ve 5 sîvîl jî pevçûnê de li gundê Tsentorî hatine kuştin. Gundê Tsentorî, gundê rêberê Çeçenî Ramazan Kadîrov e û li nêzîkî tixubê Daxistanê ye.
Dema êrîşê Kadîrov li gund bûyê û berdevkî wî dibêje, ew bi xwe operasyonê birêve birîye. Ofîsa ragihandinê ya Kadîrov, raportên medyayî înkar dike ku sîvîl di pevçûnan de hatine kuştin. Ofîs dibêje, jimareke sîvîl birîndar bûne.
Êrîşa Yekşemê, êrîşa duyê ye li nav 8 hefteyên borî ku li hember Kadîrov hatibû kirin. Ramazan Kadîrov ji alîyê Kremlîn ve wekî serok hatibû destnîşan kirin.