Li demê mêvandarîya Îftarê li Seraya Spî, Serok Barak Obama piştevanîya xwe jibo avakirina mizgeftekê û navendeka civakî ya Mûsilmana ragîhand li nêzîk cihê hêrîşên 11 Siptemberê li bajarê Niyo Yorkê. Serok Obama got sozên Amerîka jibo azadîya olî na gûhere. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Dr. Kirmanc Gûndî, Pirifsorê zankoya Tennessee state got diva Mûsilmanên evê daxwazê dikin rêzê li hestê kes û karên qûrbanîyên hêrîşên 11 Siptemberê bikin.
Avakirina Mizgeftekê li Nêzîk Cihê Hêrîşên 11 Siptemberê
