Sekreterê Giştî yê Partîya Azadî, Mistefa Cuma, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rexneyên Serokê PYD'ê Salih Mislim bi tundî red dike.
Serokê Partîya Azadî gotinên birêz Mislim wek propoganda binav dike û wiha berdewam dike: "Gotinên Salih Mislim ne rast in. Me endamên YPG'ê negirtine û teslîmî Tirkîyê nekirine. Ne ez ne jî endamekî me heta niha neçûne Tirkîyê".
Birêz Cuma herwiha dibêje, "PYD xwe wek rejîmekê dibîne û rê nade partîyên din. Em ji wek Partîya Azadî xwedîyê hêzekê ne û gel bi xurtî piştevanîya me dike.
Mistefa Cuma rexne li çend partîyên endama Encumana Niştîmanî digire ku li dijî biraya encumanê, bi PYD'ê re hevkarî dikin. Ew herwiha îdîa dike ku jiber hebûna PYD'ê kesek qiymet nade Desteya Bilind.
Kerem kin guhdarîya vê hevpeyvîna ligel birêz Mistefa Cuma bikin: