Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul li Îranê ye


Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul li Îranê ye
Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul li Îranê ye

Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul ligel bêtirî 100 karsazan destbi serêdana xwe ya sê rojî ya bo Îranê kir.

Her du dewlet vê mehê biryar dabû ku bazirganîya xwe sê qat zêdetir bikin û heta sala 2015'ê bîghînine 30 mîlyar dolaran.

Berdevkê Wezareta Derve Burak Ozergin dibêje, hevkarîya Tirkîyê ya bi Îranê re derfeteteke gelek beş e.

Rîya destxistina hevkarîya Îranîyan ne bi gefa abluqa û toleyên aborî ye, lê pêşnîyara hevkarîyê ye. Bi gotineke din, divê tu xelatan raberî wan bikî, ne ku ceza bidî wan.

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul, di hevpeyvîneke berî serêdana xwe de gotîbû, kêşeya navokî ya Îranê divê bi rîya danûstandinan were çareser kirin û ew jî hazir in mazûvanîya wan danûstandinan bikin.

Endama NATO'yê Tirkîye, ku berendama Yekîtîya Ewrupa ye, hewil dide ku nevbeynkarîyê li navbeyna Rojava û Îranê bike. Sala çûyî Tirkîyê alîkarîya rêkeftineke bi Îranê re kirîbû, lê rêkeftin ji alîyê civata navnetewî ve hatibû red kirin.

Meha borî, gera dawî ya danûstandinên navbêra civata navnatewî û Îranê têk çûbû. Piştî wê jî, banga danana toleyên nû yên aborîyê li hember Tehranê hatibi kirin.

Zanyarê sîyasî Cengîz Aktar dibêje, waxtê serêdana Gul nîşan e ku Tirkîye çawa ji hevalbendên xwe yên rojava cihê difikre.

Bi dîtina min gelek ji xwe bawerbûn tişekî pir, pir xirab e, taybetî di peywendîyên navnetewî de. Tirkîye dibe welatekî xûrt, lê ew bi serê xwe nikane bibe tiştek. Tirkîye di hîn waran de mîna Almanya û Fransa ye, anku welatekî nîv hêzdar e. Divê em vê yekê, pir gelek mezin nekin. Bi nêrîna min, divê hikûmet fem bike ku sedsala 21'ê, ne sedsala biryarên keyfî û şexsî ye, lê sedsala hevkarîyê ye.

Tevî hebûna têkîlîyên xûrt bi Yekîtîya Ewrupayê re, Tirkîyê gotîbû, ewê tenê toleyên Neteweyên Yekbûyî yên hemberî Îranê bicîh bîne.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got, herkes helwesta me ya li ser Îranê dizane.

Li ber e peywendîyên aborî pirtir li ser hevkarîya enerjîyê raweste. Îran welatê duyê yê ku gaza xwezayî difroşe Tirkîyê.

Çavdêr dibêjin, Enqere pir heweskar e ku sektora enerjîyê li Îranê pêşve bibe, taybetî di vê demê de ku gelek kompanîyên bîyanî jiber toleyên aborî ji Îranê derketine.

Enqere her wiha Îranê wekî aktoreke girîng dibîne, di bizavên wê yên avakirina navendeke herêmî ya enerjîyê de.

Ekonomîstê tirk Emre Yigit dibêje, daxwaza Tirkîyê her wiha bo berjewendîya Ewrupayê.

Mebesta xeta borî ya Nabucco, peyda kirina rêkên nû ye li hember gaza xwezayî ya Rûsyayê û divê Îranî jî di nav vê projêyê de cîh bigirin. Tirkîye dê ligel dîtina Ewrupayê sîyaseta xwe rêve bibe.

Gelo Tirkîye jibo berjewendîya cîranên xwe û hevalbendên xwe yên rojava di lîstokeke stratejîk ya dûrdemî de dilîze yan bêtir dibe welatekî bi serê xwe ku guh nade kesekî?

Serêdana serokomarê Tirkîyê dê piştevanîya her du nêrînan bike. Lê, çavdêr dibêjin eger kêşeya navokî ya Îranê di demên pêş de kûrtir be, pêkanîna balansa dîplomatîk jibo Tirkîyê dê dijwartir be.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê raportê bikin

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG