Di demên dawîyê de dirava Tirkîyê li hemberî dolar û euro her ku diçe dadikve xwarê, ev yek jî li ser aborîya Tirkîyê bandoreke neyînî vedide.
Li ser van qewimandinan opozîsyona Tirkîyê tevgerîya. Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu pêşî serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir û du re jî li gel Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener civîya.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li Navenda Giştî ya HDP’ê preskonferansek çêkir û li vê derê yekser daxwaza hilbijartinê kir.
Çar serokan jî yek bi yek bangî Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku biryara hilbijartina pêşdem bide.
Davutoglu, li ser bilindbûna dowîz û têkçûna aborîyê rawestîya û daxwaza hilbijartinê kir.
“Rast e ku divê em şerekî rizgarbûnê destpê bikin. Ev rewşa aborîya Tirkîyê û şikestina lîrayên Tirkîyê rakin ser pîyan. Çareserîya vê jî hilbijartin e. Heta niha me digot hilbijartineke pêşwext. Naxêr hevalîno ez nabêjim hilbijartineke pêşwext êdî dibêjim yekser hilbijartin, aniha hilbijartin.”
Kiliçdaroglu ragihand ku heta hilbijartin neyê çêkirin Tirkîye dê nikaribe ji vê qeyrana aborîyê derkeve.
“Pêdivî ye em werin ba hev û Tirkîyê ji vê bîra tarî derxînin. Gelo çareserî heye? Erê heye. Ew jî hilbijartin e. Hun çima bi gel bawer nabin. Heke gel car din we hilbijêre, wê gavê jî rabin bêjin ‘ey Kiliçdaroglu te got hilbijartin ez car serketim’. Ev jî wê kêfa we bêtir bîne.”
HDP’ê jî bi koda acîl Desteya Rêveberîya Navendî da civand û rewşa heyî nirxand. Sancar di preskonferansa piştî civînê de got ku divê ev desthilatî yekserkar berde û biryara hilbijartinê bigire.
”Heke serokomar îstîfa neke yan jî yekser biryara hilbijartinê negire, wê gavê erk dikeve ser milê partîyên sîyasî. Em bangî hemû partîyên opozîsyonê yên ku di meclîsê de ne dikin; werin em bi hevre pêşnîyara hilbijartina pêşdem pêşkêşî meclîsê bikin.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî, wek bersîvdana opozîsyonê dîyar kir ku hilbijartdin wê di dema xwe de, di sala 2023an de were çêkirin.