Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baran Rizgar: Daxwazên Kurdan yên Ser Zimên Ne Zelal in


Jinên Kurd di xwepêşandanekê de daxwaza mafên zimanê zikmakî dikin
Jinên Kurd di xwepêşandanekê de daxwaza mafên zimanê zikmakî dikin

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê got, ew di demeke nêzîk de li xwendingehan dersên Kurdî yên bijarte bidin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, zimanzan û nivîskar Baran Rizgar gotinên birêz Erdogan yên ser zimanê Kurdî dinirxîne.

Birêz Rizgar dibêje, zimanê Kurdî di navenda sîyaseta dewleta Tirkî de ye û dewlet ji 80 salan vir ve şerek li dijî ziman û nasnameya Kurdan dimeşîne.

Baran Rizgar rexne li Kurdan dike ku di daxwazên xwe de ne zelal in. Ew her wiha daxwaz ji sîyasetvanên Kurdan dike ku sîyaseteke hevbeş biafrînin û bi yekdengî daxwazên xwe raberî karbidestên dewletê bikin.

Guhdarên delal, jibo guhdarîya vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jorîn klîk bikin.

****

Her wiha dikarin bi malpera wî ya taybet, nivîs û lêkolênên birêz Rizgar bixwînin:

https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/

XS
SM
MD
LG