Sazîyên sîvîl yên Kurd û partîyên sîyasî bi civîneke ragihandinê bang li dewleta Tirk û PKKê kir ku dawî li şer û pevçûnan bînin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel qala banga rawestandina şer dike û rojêva heyî dinirxîne.
Birêz Bozyel dibêje, divê hikûmet berpirsîya xwe ya li hember Kurdan pêk bîne û prosesa rêvekirina Kurdî bidomîne.
Bayram Bozyel her wiha dibêje, divê PKK jî fem bike ku şerê çekdarî ne xizmeta wê dike, ne xizmeta gelê Kurd û ne jî li Tirkîyê dike.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin”a jorîn klîk bikin.