Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP Yekemîn Mitînga Xwe ya Kampêna Hilbijartinê li Diyarbekirê li Dar Xist


BDP Yekemîn Mitînga Xwe ya Kampêna Hilbijartinê li Diyarbekirê li Dar Xist
BDP Yekemîn Mitînga Xwe ya Kampêna Hilbijartinê li Diyarbekirê li Dar Xist

Partîya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di çarçoveya hilbijartina 12ê Hezîranê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, 13 Gulanê roja şemîyê yekemîn mitînga xwe li Meydana îstasyonê ya Diyarbekirê li dar xist. Mitînga ku bi armanca danasîna şeş namzetên hat lidarxistin, bi dehhezran kes, beşdar bûn. Namzedên serbixwe yên Dîyarbekirê ku li ser navê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê dikevin hilbijartinê, Leyla Zana, Şerafettin Elçi, Atlan Tan, Nursel Aydoğan, Emine Ayna, Bajarvanên Dîyarbekirê Osman Baydemîr û Abdullah Demîrbaş, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydin, rêveberê KADEP'ê Lutfu Baksî, rêvebirê HAKPAR, EMEP û ESP jî , tevlî mitîngê bûn.

Berendama serbixwe Emîne Ayna di gotara xwe ya mitingê da dîyar kir ku ji bo nasîna kurdan, divê nasnameyên wan werin qebûlkirin, ji bo wê pêdivî bi qanûna bingehîn ya nûh heye da ku hebûna kurdan were qebûlkirin. Emîne Ayna got 8 sal berê serokwezîr bela ku di derbarê pirsgirêka kurdan de gotîye “ dewlet xeletîyan kiriye” dengên gelê kurd sendîye. Ayna weha dewam kir “ Xeletîyan dewletê çibû, kurd ji bo ziman û nasnameyêa xwe tekoşînê dikirin, dewletê jî wan digirt û dukiştin. 8 sal derbas bû AKP bû dewlet, kurd hê jî dewa doza xwe dikin îca neha AKP kurdan digre û dukuje.” Sîyasetvana kurd da zanîn ku heta 15 Hezîranê de, ji dewletê dixwazin ku operasyonên leşkerî û sîyasî bi dawî bibin û girtîyên doza KCK werin berdan,. Berendama serbixwe ya Dîyarbekirê got ger ev dexwaz pêk neyên, ew jî nizanin ku rewşa Tirkîye dê bikeve halekî çawa.


Namzeta serbixwe ya Dîyarbekirê Leyla Zana jî, di axaftina xwe da balê kişand ser yekîtiya neteweyî û got “ji bo yekîtîya neteweyî çêbibe, ev 6 sal in ez derî bi derî; welat bi welat gerîyam û min got ‘ ger hun fitnê nekin nav kurdan, emê bibin yek. Nebin egerê bêtifaqîya me, birakî têr yek birçî nehêlin. Em nabêjin bila Avrupa û Amerîka gelê me xelas bikin, lê em dibêjinli li pêşîya yekîtîya me da, astengîya dernexin.”

Leyla Zana li ser girîngîya ziman jî sekinî û destnîşan kir ku bi rêya teknolojîyê zimanê ciwanên kurd vegerîyaye ser Tirkî. Leyla Zana got “ziman, rûmeta gel e, divê paşeroja gelan ciwan jî bi zimanê xwe biaxivin.”

Sîyasetvana kurd dîyar kir ku ew AKP ji dewletê cûda nabînin. Zana weha dewam kir “Ez AKP'ê ji dewletê cuda nagirim. CHP dayîk a wê, MHP jî bavê wê ye, ew tev li dijî gelê Kurd dibin yek.."

Leyla Zana di dawîya axaftina xwe da dîyar kir ku 2 peyamên wê hene ji bo hikûmet û dewletê. Zana weha dewam kir “ dexwaza vî gelî ew e ku tevekî pirsgirêk bi rêya aşitîyê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî dîyalogên dewletê ên ku bi Abdullah Ocalanî re dabûn destpêkirin, dewam bikin, herwiha geşedanan li ser vê mijarê bi gel re parvebikin. Zana got hêvîya gel ew e ku girtîyên zindanan werin berdan û zarokên ku li çîyayane, dakevin û werin bikevin xizmeta gel.

Peyama dinê ya Leyla Zana ji dewletê re ew bû ku rojek berîya rojê hê ku wext di ser da derbas nebûye, hê ku zêdir kes nehatine kuştin, divê dewlet berê xwe bike rêya aşitîyê.

Namzetê serbixwe yê Dîyarbekirê Altan Tan jî got "Ji me re dibêjin bisekinin, sebir bikin lê bi deh hezaran evladên me li çiyayan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran evladên me di girtîgehan da ne, êdî tehamul û sebra me nemaye.”

Atlan Tan jî da zanîn ku ew perwerdehîya bi kurdî û naskirina statuya kurdî dixwazin. Atlan Tan got “ger serokwezîr bêje hun ji bo van dexwazan neheqi in, bila were em harin rêya hiqukê. Du rêyê hiquqê hene yek şerîet e, yek jî kirîterên Yekîtiya Avrupayê ye. Ger bêje na ez li gorî krîterê Kasimpaşayê tevdigerim, emê jî krîterên çiyayên Bagok û Cûdîyê pêk bînin.”

Endama serbixwe Nursel Aydogan jî weha axivî “Bi saya şehîdan em gihîştin van rojan. Şerê berxwedana kurdan ji ya gelê Vîetnamê bihurîye. AKP ya îrada gelê kurd nas bike, yan jî weke partîyên berê dê ji holê rabibe.”


Di mitîngê da herî dawî Şerafettîn Elçî axivî. Sîyasetvanê kurd got "Dixwazin gelê Amedê ( Dîyarbekirê) teslîm bigirin. Bila herkes bizanibe ku kî li hemberî Amedê ziman dirêjiyê bike, dê zimanê wî, bê jêkirin. Kî li dijî Amedê dest dirêjiyê bike, dê destên wî bêşikandin. Amed ala rûmet û azadiyê ye. Bi girtîgehan nekarin me teslîm bigirin.” Şerafttin Elçî dîyar kir ku milletek ku li ser maf û azadîya xwe tekoşîn bike, ne mumkun e ku têk biçe. Elçî weha dewam kir “ doz doz a heq e, em nasnameya xwe ya heft hezar salî ye dixwazin ku ev nasname, mora xwe li ser şaristanîyên Mezopotamyayê xistîye.” Sîyasetvanê kurd ji gel re bang kir û got “ we got bibin ye, wa em bûn yek. Em jî ji we dixwazin hun jî bibin yek. Serkeftina me, di yekîtîya me da ye.” Hêjayê gotinêye ku dema ku Şerafettîn Elçî banga yekîtîyê dikir, sê ciwan derketin ser platformê û li tenîşta Elçî ala konfederalîzm û ya PKK bilind kirin.

Piştî axaftinan, peyama namzedê serbixwe yê Dîyarbekirê Hatîp Dîcle hate xwendin. Hêjayê bibîrxistinêye ku Hatîp Dîcle ev du salin, ji ber doza KCK di hepsêda ye.

Mitînga BDP ya ku ji bo danasîna şeş namzetên serbixwe hat lidarxistin, bi konsertan bidawî bû.

XS
SM
MD
LG