Desteyeka endamên Partîya Aştî û Demûkrasî (BDP) seredana herêma Kûrdistana Îraqê kir û di gel Serokê Herêmê dan û standin kirin sebaret îmkana sazkorina konfransekê jibo tevaya part û sazîyên Kûrdî. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Dengê Amerîka, Bangî Yildiz, cêgirê Serokê girûpê BDP di perlemanê Tûrkîya de got konfiransekî wesa dê xizmeta aştî û demûkrasîyê biket kû bitenê rêka çareserîya kêşa Kûrdî ye.