Guhdarên hêja,
Her wek agahdar in, hemî rojên Înê, demjimêr yekê paş nîvro ya bi demê Washington, em bernameya Hello Washington ya rastxwe pêşkêş dikin û her carê ronahîyê têxîne ser babeteke giring ya hefteyê.
Vê hefteyê, serhildana Sûrîyê û tepeser kirina dirindane ya xwenîşanderan ji alîyê hêzên wî welatî ve babeta bernameyê bû.
Di bernameyê de her wiha behsa konferansa çend alîyên opozîsyona Sûrî li bajarê Antalya ya Tirkîyê hat kirin.
Du şarezayên karûbarên Sûrîyê mêvanên bernamê bûn: Dr. Abdulbasit Seyda ji Swêdê û cudabîr Welîd Haco ji Dubaî.
Mêvandarên bernamê, Motaber Şerwanî û Heyder Kerîm bûn.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin û têbînîyên xwe di valahîya xwarê de binivîsin.