Serokê Amerîkî Barack Obama gotareka giring li ser rewşa welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka da, bi taybet li demê ku xwepêşandan û serhildanên cemawerî daxwaza guhertin û reforman dikin.
Obama dîyar kir ku hikûmeta wî piştevanîya veguhestinên demokrasî li wan welatan dike û rijdî li rêberên wan kir heta reformên siyasî û aborî encam bidin û guh bidin daxwazên gelê xwe. Ji bo serokê Sûrî Başar Esed, peyama Obama gelek rohin bû, yan dê rêberatîya veguhestinên berev demokrasîyê bike yan divêt ji rêka wan rabe.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Nuşeng Haco, bizavkarê sîyasî yê Kurdê Sûrîye li wîlayeta Taxas ya Amerîkî got, gotara Serok Obama hûşdarîyek baş bû, lê diktator vî zimanî nizanin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Nuşeng Haco, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.