Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Bayram Ayaz li ser êrîşên PKK yên vê dawîyê radiweste.
Birêz Ayaz dibêje, bi van êrîşên dawîyê, PKK dixwaze nîşan bide ku ew hîn jî bi hêz e û dikane li Stenbol û bajarên din yên rojavayê jî êrîş û kiryaran pêk bîne.
Ayaz her wiha bibîr tîne, tekoşîneke xûrt li navbêra dewleta tirk bi xwe jî heye û hêzên dijbêrî guherîn û reforman, li hember AKPê di hewildaneke da ne. Bayram Ayaz lêzêde dike û dibêje, divê Kurd bi kiryar û sîyaseta xwe xîzmetî hêzên dijî guhenrîn û reforman nekin.
Kerem kin, bi lînka jorîn guh bidine hevpeyvîna me ligel birêz Bayram Ayaz.