Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Sûrî li Tirkîyê Dibin Mişext


Bi Sedan Sûrî li Tirkîyê Dibin Mişext
Bi Sedan Sûrî li Tirkîyê Dibin Mişext

Bi sedan welatîyên Sûrî derbazî axa Tirkîyê bûn, li pêş hêrişa çaverêkirî ya hikûmetê li dijî bajarê Cisr El Şuxûr, di demekê de ku tank û leşkerên Sûrî li dervey wî bajarî kom dibin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Ahmet Davutoglu roja Pêncşembî got ku bi kêmî 2,500 kesên sivîl hatine nav axa Tirkîyê, piştî alozbûna rewşa Sûrîyê li meha Adarê. Karbidestên Tirkîyê sê kamp ji bo mişextan amade kirin.

Li gor raportan, bi hezaran kes ber bi gundên ser sînorê navbera Sûrîyê û Tirkîyê diçin û xwe amade dikin derbazî Tirkîyê bibin.

XS
SM
MD
LG