Çend rojin jimareka Kurdên dorûberên Waşington çalakiyên bêdengîyê dikin bo haydar kirina Amerîkîyan hember rewşa Kurdan. Ew li pêş dezgeh û navendên Amerîkî çav, dev û gûhên xwe digirin, weka nîşanekê jibo bê behirkirina Kurdan ji mafên wan yên binaxeyî. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, birêveberê Torê Zanyarîyan yê Amerîka-Kurdan Kanî Xûlam got, emê çalakîya xwe bidomînin her heftîyekê li pêş navendekê li Waşington.
Çalakiyên Bêdengîyê bo Haydar kirina Amerîkîyan Hember Rewşa Kurdan
