Li Meksîko jimareke çekdaran, êrîş birin 2 malan û 13 kes kuştin, li bajarê Ciudad Juarez yê ser sînora Amerîkayê.
Karbidestên xwecihî roa Şemîyê gotin, çekdar bi 2 otomobîlan geheştin cîyê bûyerê û gulle barandin ser gencan ku jibo pîrozbahîya rojbûna hevalekî xwe kom bibûn.
Tê ragihandin, di êrîşê de 20 kesên din jî birîndar bûn ku yek jî wan jî zarokekî 9 salî ye.
Bajarê Ciudad Juarez ku hevtixubê bajarê El Paso yê Teksasê ye, bûye qada şer û pevçûnan yên navbêra çeteyên muxedaratî.
Li demeke zûtir ya vê mehê li bajarê Ciudad Juarez, çekdar di êrîşeke heman rengî de 6 kesên din kuştibûn.