Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Rojnamevanên Hemdem li Enqerê Rojnamevanên Serketî Xelat Kirin


Komela Rojramevanên Hemdem (ÇGD) li Enqerê xelata rojnamevanên ku di sala 2021’an de serfirazî bûne da.

Li Navenda Hunerên Hemdem merasîmek hate çêkirin. Di merasîmê de berî dayîna xelatan hate gotin ku li Tirkîyê mafên gelek rojnamevanan hatiye binpêkirin û bi dehan rojnamevan hê jî li girtingehan in.

Di daxuyanîyê de dan bibîrxistin ku Tirkîye di warê lîsta azadîya çapemenîyê de di nav 180 welatan de di rêza 154’an de ye.

Komelê, di warê rojname, televîzyon, radyo û înternetê de 16 rojnamevan û bi giştî 22 xelat dan. Xelatên ku hatin dayîn ev in:

Xelata Nûçe: Seyhan Avşar, Xelata Rojnamevanîya Lêkolînê ya Ugur Mumcu: Murat Agirel

Xelata Nûçe ya Mustafa Ekmekçî: Mahmut Hamsici, Xelata Rafet Genç: Ruşen Takva

Xelata Nuçe ya Behçet Mîser: Osman Kaytazoglu

Xelata Nûçeyên Înternet: Hale Gonultaş û Volkan Nakîboglu

Xelata Roportaj: Ugur Şahîn

Xelata Fotograf ya Îzzet Kezer: Sedat Suna

Xelata Karîkatur: Alî Tarik Hatîpoglu

Xelata Nûçe ya Medya Herêmî: Sînan Aygul

Xelata Dîzanya Rûpelan: Bariş Can Sarikaş

Xelata Lêkolînê ya Orhan Kologlu: Hifzi Topuz û Recep Yaşar

Xelata Nûçeyên Televîzyonê: Mahmut Ozgun û Serhat Yagmur

Xelata Belgefîlma Televîzyonê: Fatima Çelîk

Xelata Bernama Televîzyonê ya Mahmut Talî Ongoren: Melîs Danişmend

Xelata Bernama Radyoyê: Adnan Bostancioglu

Di destpêka hatina pênaberên Afqanî de cara yekê li Wanê rojnamevan Rûşen Takva dîmenên pênaberan kişandibûn û weşandibûn. Ev dîmen demeke dirê ji alîyên karbidestên Tirkîyê ve hatibû derewandin, lê Rûşen Takva li ser vê nûçeyê xelata Rafet Genç Girt.

Takva, piştî girtina xelatê ji Dengê Amerîka re got ku ew sê roj li sînorê Îranê rawestîn ku hatina pênaberên Afgan tomar bikin.Piştî ku ew nûçe hate weşandin Wezîrê Karê Hindur di destpêkê de nûçeya me derewand.

“Rastî me dema ev nûçe çêkir, pirsgirêka me ya herî mezin di weşandina wî de bû. Wezirê Karê Hunir Suleyman Soylu ev hatinan pêşî derewand. Li ber vî jî kesî nûçe nediweşand. Me jî li ser medya civakî ev dîmenên ku kişindibû weşand. Lê dure em rast derketin û ew jî mecbûr man û hatina pênaberan pejirandin.”

ED_11_04_2022_ÇGD_ Xelat
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
XS
SM
MD
LG