Parlemanê Îraqê hikumeta nû pesend kir, lê gazinde li rêberên sîyasî tê kirin cinkû çi jin nekeftine hikumetê. Rastî jî ewe hevpeymanîya Kûrdistanê xanimek destnîşan kiribû bo wergirtina posta Wezareta Kar û barên Jina, lê wê ew post retkir. Xanim Vîyan Dexîl dibêjit post retkir çinkû ne karîgere û wê nevêt jimara endamên Êzdî di parlemanî de kêm bit.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka digel Xanim Vîyan Dexîl endama parlemanê Îraqê, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.