Palpiştîya Jibo Mafan û Dada Civakî (SAHADA) sê meh berê dest bi xebatên xwe kiribû. Vê platforma sîvîl di 4ê Berfanbara 2021ê de yekemîn civîna xwe li Enqerê çêkir.
Endama SAHADA’yê Oya Ozden ji bo Dengê Amerîkayê axivî û got, “SAHADA li ber pêdivîyan hate ba hev. Armanca me ewe ku pirsgirêkên gel di warê dada civakî de çareser bikin.”
Palpiştîya Jibo Mafan û Dada Civakî, platformeke sîvîl e û xwe wek rêxistineke parastina dadê, çareserkirina pirsgirêkên civakî nîşan dide û “Mafê Bingeha Sîyasî” jibo xwe dike armanc.
SAHADA, dixwaze bibe niştimanevanîyeke aktîf, civakeke beşdarbûyî û feraseta sîyasetek nû. Peyama vê platformê ya esasî jî ewe ku bibe deng û hêvîya piranîya bêdengan.
Piştevan û endama SAHADA’yê Oya Ozden, gava li ser xebatên vê înîsîyatîfê disekine nêrînê xwe wiha tîn eziman:
“SAHADA li ser pêdivîyeke hatîye duristkirin.
Di nav ekîba me de kesên ku demeke dirêje di nav civakên sîvîl de kar dikin, yên ku di nav sîyasetê de derbas bûne an jî pisporên sîyasîne cî digrin. Em dizanin gelek rêxistinên civaka sîvîl hene, lê em yekser dixwazin ji derdê gel ê rojane re bibin derman. Li Tirkiyê sîyaset ji lihevkirinê û çereserîyê dur e. Em di nav du xalanda dixwazin çareserîyê durist bikin, ev jî; duristkirina dada civakî û abarîyê û pêkanîna mafên esasî û azadîyê. Vê armancê em anîn cem hev.”
Di civîne yekemîn ya SAHADA’yê de pêk ve li ser stratejîya dada civakî û sîyaseta vê platformê hate rawestandin. Edamê SHADA’yê Mehmet Can ev yek wiha ragihand:
“Nakokîyên civakê eva 18 sale li Tirkiyê her ku diçe zêde dibe. Di warê starbûn, saxlemî, aborî, dada civakî, mafên mirovan de xetere her ku diçe mezin dibe. Êdî civak yekser di asta birçîbûnê de ye. Em li vê derê dixwazin ku van bêdengîyan û neyeksanîyan bidin xuyakirin. Jibo ku raya giştî jî vana bibîne em di bin SAHADA’yê ve hatin ba hev.”
Di nav xebatên SAHADA’yê de, civaknas, sîyasetmedar, lêkolînvan, hiqûqnas û rêberê ramanê cî digrin. SAHADAR xwe wek duristikina “Mafê Bingeha Sîyasî” pênase dike.