Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jibo rewşa dawî ya li Sûrîyê gotûbêj bike û xem û fikarên Tirkîyê ragihîne, îro çû Hewlêrê ku bi Serokê Herêma Kurdîstanê Mesud Barzanî re hevdîtinek pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkîye ji bizav û xebatên PYD’ê yên li herêmê ne razî ye û destketinên Kurdan weke hebûna terorê binav dike.
Ahmet Davutoglu du roj berê di televîzyoneke de destnîşan kir ku ewê rê nedin ku li ser tixûbê Tirkîyê rêxistineke terorê xwe bicîh bike. Wezîr Davutoglu jibo Serokê Herêma Kurdîstanê got "Mesud Barzanî destnîşan kiribû ku di tekoşîna li hember terorê da ew dê piştigirîyê bide, lê di vî warî da hewildanên wan têr nake."
Li gor medyaya Tirkîyê, Ahmet Davutglu li Hewlêrê ji Mesud Barzanî re ragihîne ku ew ji hebûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û piştigirîya wan a jibo PYD 'ê ne razî ne û ew dê nehêlin ku li sinorê Tirkîyê nexşerêyên xeyalî yên Kurdistanê bên avakirin.
Li gor ajansan Ahmet Davutoglu dê balê bikşîne ser kêşeya navbera Bexda û Hewlêrê jî û di vê çarçoveyê da girîngîya dostanîya Tirkîyê ya bi Herêma Kurdîstanê jî bibîr bixe.
Bi alîyekî din ve, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di bernameya Banga Gel de destnîşan kir ku ew nikarin çavên xwe ji bizavên wiha re bigirin ku îstiqrar û aştîya herêmê xera dikin.
Recep Tayyîp Erdogan got ku Tirkîye li Rojhilata Navin welateke mezin e, lewma jî bûyerên ku diqewimin bandora xwe li ser rewşa aborî û îstiqrara Tirkîyê çêdike. Serokwezîrê Tirkîyê got, jiber vê yekê ew nikarin hember pêşketinin li Sûrîyê bêdeng bimînin.
Serokwezîrê Tirkîyê da zanîn ku ew naxwazin Sûrîye perçe bibe û jibo hewldanên Kurdan jî got "rejima Esed bi salan nasnameya wan neda, neha jî bi van hewiladanan, wan dike nav agir, lazim e ku ev yek bê dîtin.
Birêz Erdogan got, li alîyekî rejima Esed qirkirinan dike, ji alîyê din li bakurê Sûrîyê hewildaneke ku dê bibe egera xerakirina aştî û hizura navxwe ya Tirkîyê pêk tê. Wî got, ew dê her dem li hember hewildanên ku dê xeteran ji Tirkîyê re çêke, bisekinin û çi lazim be ew dê li gor wê hereket bikin.
Hêjayî gotinê ye berîya ku Ahmet Davutoglu serdana Hewlêrê bike, du roj berê Serokwezîrê Tirkîyê, li ser pêşketinên Sûrîyê, bi Serokê Amerîkayê Barak Obama re bi telefonê axivîbû.
Kerem kin guh bidine vê raporta taybet