Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DC United 3 FC Toronto 3


DC United 3 FC Toronto 3
DC United 3 FC Toronto 3

Di Lîga Futbolê ya Amerîkayê, (Major League Soccer) de tîma paytaxt Washingtonê, DC United Şemîyê êvarê li Stadyuma RFK mêvandarîya tîma Kanadî, FC Toronto kir.

Tevî barîna baraneke nermik alîgirên DC United li stadyumê cîhê xwe girtin. Nêzîkî 20 alîgirên Kanadayî yên Toronto FC jî bi alayên Kanadayê maç temaşe kir.

Tîma mêvandar DC United bi morala serkeftina hefteya borî, bi armanca 3 poîntan dest bi mace kir. Di deqîqaya 7’an de dergevanê (golkîpir-kalecî) DC United jiber fauleke bê mebest bi karta sor hate ceza kirin û tîma reş û sor neçar ma dumahîka lîstinê mirovek kêm temam bike.

Stêrê DC United Dwayne De Rosario ku Kanadî ye, di deqîqa 19’an de gola yekê, bi şuteke xweş tomar kir û tîma Washingtonê anî pêş. Tîma Kanadî di deqîqa 52’yan de ji lingê Peri Marosevic gola yekê tomar kir. Piştî 12 deqîqayan Dwayne De Rosario goleke din avêt û tîma xwe careke din anî pêş. 5 deqîqa piştî gola DC United, Toronto FC, ji Julian De Guzman gola wekhevîyê tomar kir û maç bû 2-2.

Piştî gola duyê tîma Kanadî êrîşên xwe li hember DC United a 10 kesî zêde kirin û di deqîqaya 85’an de gola siseyan tomar kir. Gava dihat çaverê kirin ku lîstin bi wê encamê dawî were, sterkê şevê Dwayne De Rosario careke din derket dike û bi lêdana penalti gola xwe ya siseyan avêt û hat-trick kir. Bi wê encamê lîstin 3-3 dawî bû û her du tîm puanek qezenc kir.

Rêvebirê (hakem) maçê J. Anno‎ bi biryarên xwe yên şaş bandoreke neyênî li ser encama lîstinê kir û bû armanca nerazbûna alîgirên DC Unitedê.

XS
SM
MD
LG