Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DC United 4 Vancouver Whitecaps 0


DC United 4 Vancouver Whitecaps 0
DC United 4 Vancouver Whitecaps 0

Di Lîga Futbolê ya Amerîkayê, (Major League Soccer) de tîma paytaxt Washingtonê, DC United Şemîyê êvarê li Stadyuma RFK mêvandarîya tîma Kanadî, Vancouver Whitecaps kir û bi 4 golan serkeftineke girîng dest xist.

Tîma mazûvan DC United ji destpêka maçê heta dawîyê, lîstineke serkeftî pêşkêş kir. Stêrkê Kanadî yê DC Unitedê De Rosario li vê maçê jî performanseke baş nîşan da roleke girîng di serkeftina tîma Washîngtonê de liyîst.

Golên DC Unitedê di deqîqaya 45 û 70’an de Chris Pontius, di deqîqaya 48’an de Andy Najar û di deqîqaya 81’an Stephen King avêtin.

Alîgir û hezkirîyên DC United bi vê encamê pir şa bûn û bi govend û dîlanan ji stadyuma RFK çûn malên xwe.

Foto: Robîn Reşvan

XS
SM
MD
LG