Serokê Giştî yê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Alî Babacan roja Sêşemê ragihand ku wî bi nexweşîya COVID-19 ketiye.
Babacan, di hesabê xwe yê Twitter’de ragihand ku testa wî ya COVID-19 pozîtîf derketîye.
“Niha rewşa min şikur baş e. Doktorên min got pêdivî ye ku ez ligel malbata xwe heta demeke di nav karantînê de bim. Ezê înşalah xebatên xwe li malê bidomînim.”
Li gor daxuyanîyên Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê di hejmarên nexweşên COVID-19 de zêdebûnek çêbûye û li jimareke parlamanter jî bi nexweşîya korona ketine.
Parlamantera HDP'ê Semra Guzel, ku doktor e, sedema zêdebûna nexweşîya COVID-19 bi sîyaseta desthilatîyê ve girê dide.
“Dewletê hemû tedbîr ji dest ber dan. Dema tedbîr tên berdan wê gavê jî jibo vê nexweşîyê hawirdorek vedibe. Sedema belavbûnê ya herî mezin ev e.”
Guzel îdia dike ku desthilata sîyasî di warê nexweşîyê de xwe ji hemû pêşnîyaran re girtiye.
“Me di demên berê de jî jibo tedbîrên bo pêşîgirtina vê nexweşîyê pêşnîyarên xwe anîbûn pêş meclîsê, lê desthilatîyê çavên xwe ji pêşnîyarên me re girtin.”
Hîjayî balkişandinê ye ku heta niha li Tirkîyê 261, 194 kes bi nexweşîya COVID-19 ketine û ji wan 6, 163 kes jî mirine.