Li Îndonêziya karbidest dibêjin bi kêmî ve 23 kes mirin û pêtir ji 160 an wunda ne piştî pêlên bi hêzên ji egera bîvelerzekê li çend giravanên welatî.
Direngîya dûhî Dûşem erdhejiyaneka hêza wê 7.7 li nêzîk giravên Mentawai da rojava Sumatra, lê heta roja Sêşem jimarên qurbanîyam nehatin eşkere kirin. Tê çaverê kirin jimara mirîyan zêdetir bit.
Karbidestên Ajansa Çavdêrîya Wêrankarîya li Îndonêziya got, heta niha 23 terim hatine vedîtin û hatîye ragîhandin 167 kes wûnda ne li gûndên ber bi pêla keftîn li kinarên wan giravan.
Girava Pagai ber bi zîyana mezin keft, û karbidest dibêjin, pêlên avê pitir ji sê mîtran bilind bûn û avê nêzîkî 600 mîtrên rexên giravan ramalîn. Li hinek gûndan av gehişt sere xanîyan û 80 % ji malên gûndê Muntei li girava Silabu wêran kirin.